Mesut Varol,Ali Çelik
11 Sibat 2022•Rojanekirin: 17 Sibat 2022
Li Gurpinara navçeya Wanê Bedîr Akbulutê 70 salî ev 63 sal e ku qerewatan berhev dike û niha ji 1500î zêdetir qerewatên wî hene û bêyî wan kar û barekî nake.
Akbulutê li goma Bedir Begê ya ser Gurpinara navçeya Wanê dijî û 4 zarokên wî hene bi cil û bergên xwe va balê dikişîne. Berî karekî bike taximê cilê xwe li xwe dike qerewatê diavêje stûyê xwe û bi wî awayî dewarên xwe dibe çêrê, kar û barê xwe bi wî halî dike.
Akbulut menzela herî mezin a xaniyê xwe ji bo cil û bergên xwe cihê kiriye û ji 1500î zêdetir qerewatên rengrengî yên berhev kiriye qismekî wan li wê derê raxistine.
- "Ez her roj qerewatekî dikim stûyê xwe"
Akbulut daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew ji zarokatiya xwe vir va ji qerewatan gelek hez dike û wiha domand: "Min cara ewil di 7 saliya xwe da qerewat dît. Qerewateke li zozanan diyarî min kirin êdî ji bo min bû kurm. Ji wê rojê vir va ez bê qerewat dernakevim. Herî kesên bi vî kurmê min zanin qerewat diyarî min dikin. Niha 1500 qerewatên min hene. Ez her roj qerewatekî dikim stûyê xwe."
Akbulut destnîşan kir ku niha bi qasî 100 taximî cilên wî hene û kîjanê li xwe bike bê qerewat dernakeve derva û şêniyên der û dorê herkes bi vê zanin.