Behçet Alkan,Ramazan Kösedağ
10 Nîsan 2025•Rojanekirin: 19 Nîsan 2025
Li Kapadokyayê geliyên ku di biharê da kulîlk vekirin, bi berfê xemilîn.
Li Kapadokyayê û dewrûbera wê ya ku bi kevirên cinan û zinarên bi çêbûna siruştî va salane bi milyonan turîstan diezimîne, ji serê sibehê û pê va berf barî.
Li herêma ku germahiya hewayê car carî daket bin sifirê, turîstan li ber menzereya bi berf wêne dan kişandin û di geliyan da derketin meşê.
Kulîlkên ku bi derketina tavê ra vekirin, di bin berfê da man.
Paulo Amorimê turîstê Brezîlyayî yê li deverê derket gerê, ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku di ziyareta xwe ya Kapadokyayê da ew rastî barîna berfeke nepêşbînîkirî hatin û wiha got, "Menzereya ku bi barîna berfê ra derket holê, ji bo me metelhişt û xweş e. Ez li vir menzereke newaze keşf dikim."
Adriana Falconiyê jî diyar kir ku wê dixwest beşdariya tûra balonê bike lê ji ber şertên hewayê tûra hat taloqkirin û ew jî ji xwe ra ket meşa di nav geliyê da û wiha got, "Em duh di bin baranê da geriyan, îro jî berf barî. Bi min atmosfera vir newaze ye."