Abdullah Tel
26 Gulan 2018•Rojanekirin: 27 Gulan 2018
NEVŞEHÎR
Rahmî Ozgur ê li Kapadokyaya di zimanê Persî da meneya wê wekî "welatê hespên xweşik" tê zanîn, 20 sal e ku tûrîstan bi hespan digerîne û bi cil û bergên xwe û eleqeya li ser hespan wan kowboyên "Rojavaya Wehşî" tîna bîra mirov.
Ozgurê 46 salî yê ku li bajaroka Goremeyê di çêwlika xwe ya nav kevirên cinan da tevlî xebatkarên xwe yên bi cil û bergên kowboyan ji bo tûrîstan xizmetê dike.

Li çêwlika xwe Ozgur ji xwedîkirina hespan bigre heta organîzeyên turan bi gelek tiştan ra mijûl dibe û di gerên tûrîstan da jî rêberê sereke ye.

Her sibeh Ozgur û xebatkarên wî bi cil û bergên xwe yên kowboyan hespan ji bo tûra tûrîst amade dikin û şekl û xemla xwe jî balê dikşînin.

Ozgur daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew li vê derê di nav siruştê da ye û wiha pê da çû: "Em ji bo balê bikşînin ser vê derê tevlî xebatkarên xwe bi cil û bergên kowboyan digerin û tûrîst jî ji vê yekê razî ne. Kalê min jî bi kirîn û firotina hespan ra mijûl bû. Ji ber vê jî ez ji zarokatiya xwe vir di nav hespan da mezin bûm û niha jî ji bo min deriyê debarê ne. Em hespên yewaş û mirov bikaribe lê siwar bibe ji bo tûrê vediqetînin. Hespên din ên ku li çêwlika me mezin dibin piştî demekê tên firotin."
Di berdewamiya axaftina xwe da Ozgur got ku ji ber rêzefîlmên dîrokî eleqeya li ser hespan vê demê zêde ye lê ew 20 sal e ku vî karî dikin.