Günay Nuh
06 Nîsan 2021•Rojanekirin: 07 Nîsan 2021
Li Erdexanê leglegên ku payîzê koçî herêmên germ kiribûn bi germbûna hewayê va paşda vegeriyan.
Leglegên her sal mehên biharê tên ser hêlînên xwe yên li ser banên hin avahiyan dest bi çêkirina hêlîna xwe kirin.
Leglegên ku ser bajêr difirin û ji bo çêkirina hêlînên xwe melzemeyan berhev dikin dîmenên xweşik derxistin holê.
Leglegên ku wekî "mizgîniya biharê" tên zanîn van rojên ku berf dihele û hewa germ dibe da bajêr rengîn kir.
Legleg dê heta payîzê vir bimînin û bi hatina zivistanê ra dîsa koçî herêmên germ bikin.