Cüneyt Çelik,Günay Nuh,Hüseyin Demirci,Yusuf Ayas,Sidar Can Eren,Koray Kola,Yunus Hocaoğlu
21 Adar 2025•Rojanekirin: 22 Adar 2025
Li Herêma Rojhilatê li bajarên Erzirom, Qers, Erdexan û Tunceliyê berf barî.
Li Erziromê berfa ku duh dest pê kir bi şev jî barî û her der sipî kir.
Li Qersê berf barî û derdora Dagpinara beldeya li Dîgora navçeya Qersê bi berfê sipî bû.
Li Sariqamîşa navçeya Qersê jî berf barî. Navenda navçeyê û derdora wê bi berfê sipî bû.
Li Goleya navçeya Erdexanê û navenda bajêr berf barî. Navenda bajêr û navçeyê û derdora wê ji ber berfê sipî bû.
Li Tunceliyê û navçeyên Ovacix, Pilûmir, Nazimiye, Xozat, Pêrtak û Çemişgezekê jî cî bi cî berfê lê kir.