Orhan Pehlül
12 Sibat 2025•Rojanekirin: 13 Sibat 2025
Li 5 navçeyên Adiyamanê, Golbaşî, Besnî, Sincik, Gerger û Çelîkhanê, ji ber berfê rojek navber dan perwerdeyê.
Di daxuyaniyên Qaymeqamtiyan da hat destnîşankirin ku ji ber barîna berfê û rewşa neyênî ya hewayê li dibistanan rojekê navber dan perwerdeyê.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku li dezgeh û saziyên fermî ji bo ducaniyan û kesên kêmendam wê rojekê îzna îdarî bê hesibandin.
Li navçeya Tutê jî rojekê navber dan perwerdeya bi veguhastinê.