İbrahim Atmaca
13 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 13 Tîrmeh 2020
Hat ragihandin ku li 6 bajarên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê tavî û teyrok tê payîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa ewrsayî ye û wê paşê bibe ewrayî.
Ji danê nîvro pê va li Erzirom, Agirî, Erzincan û Îdirê bi navber tavî û teyrok tê payîn, piştî nîvro jî derdora Qers û Erdexanê wê bibare.
Germa hewayê wê li gor demsalê be.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Qersê 11, li Erzirom û Agiriyê 12, li Erdexanê 13, li Erzincanê 19, li Tunceliyê 20 û li Îdirê 21 pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde jî li Tunceliyê 32, li Erzincan û Îdirê 30, li Erziromê 25, li Agiriyê 24, li Qersê 22 û li Erdexanê 21 pile tê texmînkirin.