Türkan Tosun
01 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 02 Berfanbar 2020
Li bajarên Erzirom, Agirî, Îdir, Qers, Erdexan û Erzinganê berf û baran wê bibare.
Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, li tevahiya herêmê hewa wê perçe ewrayî û car caran jî pir ewrayî be.
Li Erzirom, Agirî, Qers, Îdir, Erdexan û Erzinganê berf û baran wê bibare.
Hat gotin germa hewayê wê li gor şert û mercên demsalê be, ji aliyê bakur va bayekî nîvqewî wê bê.
Li herêmê bi şev germa hewayê ya herî kêm li Agirî û Qersê pileyek, li Erzirom û Erdexanê sifir pile, li Erzincan û Îdirê 4 pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Îdirê 11, li Erzincanê 9, li Agirî û Qersê 6, li Erziromê 5, li Erdexanê 3 pile tê payîn.
- Li qersê mij û duman
Li Qersê mij û dumana çêbû bû sedem ku şofêr bi zehmetî wesayîtên xwe bajon.
Li navçeya Sariqamîşê ji ber sermayê li ser dar û nebatan qirawî çêbû.
Welatî Fevzî Cîhangîr wiha got: "Hewa sar e, ji ber sermayê mij û qirawî çêbû. Înşallah berf bibare lewra berf li Sariqamîşê tê."