Orhan Pehlül
27 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2023
Li Adiyemanê ciwanê ku di pevçûneke bi kêran da birîndar bûbû, li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.
Li taxa Sitelerê li Komelgeha Hala Fêkî û Sebzeyan a Nû nîqaşa ku di navbera welatiyên biyanî Î.M.A û Abdullah El Hemûd (16) da derket, veguherî pevçûna bi kêran.
Di pevçûnê da Î.M.A bi kêrê Hemûd ji gelek cihên laşê wî bi giranî birîndar kir.
Hemûdê ku ekîbên tenduristiyê ew rakir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Adiyemanê, tevî mudaxeleyê nehat xilaskirin.
Cenazeyê Hemûd ji bo otopsiyê birin morga nexweşxaneyê û gumanbar ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.
Dema şer ji aliyê kameraya çavdêriyê ya kargehekê va hat tomarkirin.