İsmail Kaya
06 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2025
Li Kahtaya navçeya Adiyemanê di navbera du koman da şerê çekdarî derket, yek jê giran 3 kes birîndar bûn.
Li Taxa Turgut Ozal nîqaşa ku di navbera du koman da derket guherî şerê çekdarî.
Di şer da yek jê giran 3 kes birîndar bûn.
Ekîbên tenduristî û ewlehiyê sewqî cihê bûyerê kirin.
Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Adiyemanê û Nexweşxaneya Dewletê ya Kahtayê.