Orhan Pehlül,Ali Gazel
31 Adar 2024•Rojanekirin: 01 Nîsan 2024
Li Adiyemanê nexweş û astengdarên nikarin biçin ser sandoqan, dengê xwe avêtin sandoqa seyar.
Peywirdarên Lijneya Hilbijartina Parêzgeha Adiyemanê, "sandoqa seyar" birin malên welatiyên rûniştvanên Taxa Turgut Reis ên ku ji ber nexweşî û astengdariyê nikarin biçin ser sandoqan.
Peywirdarên sandoqê çûn mala Suleyman û Zeynep Işik ên hevjînên hev û her wiha Saniye Uluyê.
Piştî ku peywirdaran agahî dan, welatiyên navborî dengê xwe avêtin "sandoqa seyar".
Eşkere bû, li navenda Adiyemanê 51 dengdêrên ku ji ber nexweşî û astengdariyê nikarin biçin ser sandoqan, dê ji sepana "sandoqa seyar" sûdê werbigirin.