Abdullah Söylemez
02 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2024
Li Agiriyê zîpik barî û zirar da zeviyên çandiniyê.
Li tevahiya bajêr barana ku 3 roj e binavber dibare, li hin cihan vegerand zîpikê.
Ji ber barîna zêde ya zîpikê, ziyan gihîşt zeviyên çandiniyê yên ajotî.
Midûrê Çandinî û Daristanê yê Parêzgehê Mehmet Huseyinoglu û ekîba pê ra, li gundên navendê Geçitalan û Çakirovayê û her wiha li gundên navçeya Taşliçayê Geçitveren, Bayiralti û Çokelgeyê ziyaret kirin ku ji zîpikê zirar dîtin.
Ekîb her wiha çûn nav zeviyan û xebata tesbîtkirina zirarê dimeşînin.