Li Sasona navçeya Batmanê guldexwînên endemîk ên ku piştî berf heliya vedan siruşt rengîn kir û xemiland.
Metin Özmen
13 Gulan 2026•Rojanekirin: 13 Gulan 2026
photo: Metin Özmen / AA
Türkiye, Batman
Guldexwînên ku li cihên bilind ên navçeyê ji xwe va çêdibin û di nav gel da wekî "bûka digirî" yan jî "kulîlka hiznê" tê zanîn piştî berf heliya vekirin.
Komeke ku ji kesên ji pîşeyên cuda pêk tê ji bo dîtina guldexwînan derket Zozanê Şilekê.
Pisporê fizîk tedawî û rehabîlîtasyonê Dr. Enver Kuçukkayayê di komê da cî digire got ji bo ku guldexwînan bibînin bi hevalên xwe ra hatin zozanê.
Wêne : Metin Özmen/AA
Kuçukkaya got ku guldexwînên li herêmê di nav cureyên endemîk da cî digirin û got ku "Em hem ji bo meşa tebîetê hem jî ji bo dîtina guldexwînan hatin, ji ber ku ev kulîlk di demek kurt da hişk dibin. Ango biqasî du hefteyan dijîn. Em jî ji bo dîtina vê xweşikahiyê hatin."
Pisporê tendurîstî û nexweşiyên zarokan Dr. Mîkdat Yildiz jî diyar ku ku di bin tesîra xweşikahiyên tebiî yên navçeyê man û tebîet ji bo tenduristiya mirov baş e.
Yildiz got ku "Dîtina kulîlkan, destlêdana wan, bêhnkirina wan aramiyê dide mirovan. Ev hunera Xwedê ye. Em jî ji bo dîtina van xweşikahiyan hatin."
Mamosteyê matematîkê Şerîf Çelebî jî diyar kir ku piştî meşeke biqasî 2 saetan gihaştin cihê guldexwîn lê ne."