Şener Toktaş,Servet Taşdemir
17 Adar 2026•Rojanekirin: 17 Adar 2026
Li Tetwana navçeya Bidlîsê du TIRên ku dewar lê barkirî bûn, ji kontrolê derketin û welgeriyan, şofêrek birîndar bû, hin dewar mirar bûn.
TIRên ku ber bi Tetwanê va diçûn, yek jê S.K. diajot, plaqeya wê 33 AHS 757 e û ya din Y.G. diajot, plaqeya wê 34 KZ 2105 e û dewar lê barkirî bûn, ji kontrolê derketin û welgeriyan.
Li ser êxbara kesên derdorê ekîbên AFAD, polêsên trafîqê, ambulans û îtfaiyeyê sewqî cihê qezayê kirin.
Di qezayê da şofêr S.Kyê ku di wesayîtê da asê bûbû birîndar bû. Y.Gyê ku bi xwe ji wesayîtê derket, rewşa wî baş e.
Ekîbên AFADê S.Kyê birîndar ji wesayîtê derxist û bi ambulansê rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwan Bidlîsê.
Hin dewarên ku di TIRan da bû, mirar bûn û hinek birîndar bûn.
Di qezayê da dîrega pergala nasîna plaqeyê jî xesar hilda.