Şener Toktaş
05 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2024
Li Bidlîsê ji ber barîna zêde ya berfê li navenda parêzgehê û gundên girêdayî wê dibistan hatin tetîlkirin.
Di daxuyaniya Walîtiya Bidlîsê da hat destnîşankirin, li bajêr şert û mercên neyînî yên hewayê bi tesîr in.
Di daxuyaniyê da hat balkişandin, li navenda parêzgehê û gundên girêdayî wê ji ber barîna berfê îro dibistan hatin tetîlkirin û her wiha personelê hemle û yên astengdar ên saziyên qamûyê jî bi îzin dê bên hesibandin.