Rıdvan Korkulutaş
26 Tebax 2023•Rojanekirin: 27 Tebax 2023
Li Gênca navçeya Bîngolê agirê bi qada daristanê ket, hildan bin kontrolê.
Li gundê Dogancayê ji ber sedemeke hê jî ne diyar e agir bi daristanê ket û dar û devî şewitîn.
Li ser xeberê ekîbên agirkujiyê yên Şaredariya Gêncê û Midûriyeta Saziya Daristanê sewqî ciyê agir pê ketiye hatin kirin.
Ekîbên dest bi xebatê kirin bi 2 arazoz, wesayîta agirkujiyê, 3 makîneyên kar, 2 wesayîtên midaxeleya ewil û tankêrên avê va midaxele kirin û agirê bi daristanê ketibû hildan bin kontrolê.
Li herêmê xebatên sarkirinê dewam dikin.