Yavuz Emrah Sever,Burak Akay
03 Nîsan 2025•Rojanekirin: 04 Nîsan 2025
Li peravên Ayvacika Çanakkaleyê belema koçberên bêdestûr binav bû, li gorî tesbîtên berahî 9 kes mirin û 25 kes jî hatin rizgarkirin.
Ekîbên ewlekariya peravan îxbar sitand ku li peravên Ayvacikê belemeke ku koçberên bêdestûr tê da bûn, binav bûye.
Ekîban 25 kesên di nava belema lastîk da rizgar kir, li gorî tesbîtên berahî termê 9 kesan hat derxistin.
Koçberên bêdestûr ên ku hatin rizgarkirin, piştî midaxeleya ekîbên tenduristiyê bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li Balikesîr û Çanakkaleyê.
- Xebata lêgerîna koçberekî wenda berdewam e
Di daxuyaniya Walîtiya Çanakkaleyê da hat ragihandin ku 3yê nîsanê roja pêncşemê saet 06.14an ji Navenda Banga Acil a 112ê destnîşan kiriye ku li peravên Ayvacik Yeşîllîmanê koçberên bêdestûr alîkarî xwestine.
Li ser îxbarê 3 belemên ewlekariyê û helîkopterek sewqî cihê bûyerê kirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku 25 koçber bi saxî hatin rizgarkirin û termê 9 kesan jî hat derxistin. Her wiha xebata ji bo lêgerîna koçberekî wenda berdewam e.
Ekîbên ewlekariya peravan lêgerînên xwe didomînin.