Selim Sonkaya
07 Sibat 2025•Rojanekirin: 08 Sibat 2025
Li Çelikhana navçeya Adiyamanê ji ber berfê rêyên 6 gundan asê ne.
Ji ber berfa ku şevê din car bi car dibû bahoz, navenda navçeyê sipî venixumî.
Ji ber berfê rêyên gundên Yeşilyayla, Mutlu, Askerhan, Şerefhan, Korucak û Karagolê asê ne.
Xebatên ekîban ji bo vekirina rê berdewam in.