Günay Nuh,Cüneyt Çelik
25 Îlon 2022•Rojanekirin: 30 Îlon 2022
Li Erdexan û Qersê berfa ewil a demsalê barî.
Li Erdexanê duh baran barî, ber bi şeveqa sibê jî li ser çil û çiyan berf barî. Çiyayê Kisirê di serî da girên derdora bajêr spî bûn.

Zozanê Bilbilanê yê navbera Erdexan û Artvînê jî di binê berfê da ma.
Li zozanê ku berf lê barî cî bi cî mij jî çêbû.

Li Qersê jî du roj in bi navber baran barî, serê sibehê jî berf barî.
Berf li ser çil û çiyan barî û hin çiya spî bûn.
