Abidin Yel
05 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2025
Li Cizîra navçeya Şirnexê li ser rêya balafirgehê dar hatin çandin.
Bi hemahengiya Şeftiya Kargêriya Daristanan a Parêzgehê xebatek di warê jîngehê da hat kirin. Di vê çarçoveyê da li refujên di navbera gundê Duzovayê û Balafirgeha Şerafettîn Elçiyê da 450 şitil hatin çikandin.
Di çalakiya ku di çarçoveya karê şînkirina jîngehê da hat lidarxistin da Alîkarê Walî Mehmet Fatih Kiliç, Qaymeqamê Cizîrê Ahmet Vezîr Baycar, Rêveberê Balafirgehê Şukru Benek û Rêveberê Kargêriya Daristanan li Cizîrê Mustafa Osmanaoglu û personelên balafirgehê amade bûn.
Şitlên ku hatin çikandin, dê him guzergeha rê bedew bikin û him jî dê ji bo siberojê bibin bingeha jîngeheke xweş.