Hüseyin Yıldız
26 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2023
Li deverên bilind ên Îdirê berf barî û bager çêbû, tesîreke neyînî li ser jiyanê kir.
Li navenda bajêr berf barî, li deverên bilind jî ba û bahoz rabû.
Ji ber berf û bagerê rêya 44 tax û gundan hat girtin.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr rêya 25 cihan vekirin, ji bo rêya 19 gundan jî bê vekirin xebat dewam dikin.
Li çend gundan germahiya hewayê di binê sifirê da daket 10 pileyan û qeşa çêbû.