Muhammet Kurşun
12 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 13 Tîrmeh 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Rapora Neteweyên Yekbûyî derxist holê ku li seranserê dinyayê di mala 2,1 însanî de ava paqij tuneye û 4,5 milyar însan jî nikarin xwe bigihînin xizmetên paqijiya sihhetê.
Rêxistina Tenduristiya Cîhanî û UNICEFê rapora bi navê "Ava vexwarinê, sanitasyon û pêşdeçûnên di warê paqijiyê de 2017" ku bi hev re amade kiribûn weşandin.
Li gor raporê li seranserê dinyayê di mala 2,1 milyar însanî de ava bikaranînê tuneye. Yanî ji 10 kesan 3 kes bêav in.
Li gor vê 4,5 milyar însan jî xizmetên paqijiyê û sihhetê bêpar in. Ev ji her 10 însanan 6 kes tdike.
Di raporê de bal kişandin ser wê yekê ku li gelek mal, mekteb û saziyên tenduristiyê de sabûna destşûştinê jî tuneye.