Hasan Gündüz,Aydın Arik
11 Nîsan 2025•Rojanekirin: 12 Nîsan 2025
Li Bismîla navçeya Diyarbekirê di navbera du malbatan da şerê çekdarî derket û 5 kes birîndar bûn.
Li Taxa Kooperatîfê di navbera endamên du malbatan da ji ber sedemeke hê nayê zanîn nîqaş derket û nîqaş mezin bû û guherî şerê çekdarî.
Di şer da gule hat berdan û 5 kes birîndar bûn.
Li ser îxbarê ekîbêm tenduristî û polêsan şandin cihê bûyerê.
Birîndar piştî midaxeleya ewil a li cihê bûyerê bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li bajêr.