İsmail Şen
26 Gulan 2025•Rojanekirin: 27 Gulan 2025
Li Paluya navçeya Elezîzê (Elazig) minîbusa rêwiyan welgeriya, jê 3 giran, 7 kes birîndar bûn.
Mînîbusa şofêrê wê C.U. û plaqeya wê 23 AED 286 li nêzîkî gundê Baltaşiyê ji kontrolê derket û welgeriya.
Li ser îxbarê ekîbên Tenduristiya Acîl a 112yê, cendirme, polês û agirkujê çûn cihê qezayê.
Di qezayê da 7 kesên di wesayîtê da birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên bajêr, hat ragihandin ku rewşa 3 kesan giran e.