Sidar Can Eren,Günay Nuh,Hilmi Tunahan Karakaya,Cüneyt Çelik,Anıl Aydın
18 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2024
Li Erdexan û Tunceliyê sir û seqem, li Erzirom û Qersê mij ketiye û berf dibare.
Li Erziromê bi şev germa hewayê di binê sifirê da 5 pile hat pîvan, serê sibehê hewa pir sar e û di sermayê da ser wesayîtan qiravî çêbû, rê û peyarêyan cemed girt.
Ji ber mija ku li navenda bajêr ket erdê, mesafeya dîtinê li hin herêman heta 10 mêtreyî kêm bû.
Polêsan di çaryanan da tevdîr hilda û hişyarî da şofêran ku mesafeya teqîbê biparêzin, lembeyên mijê pêxin.
- Qers
Li Qersê berf barî û mij ket erdê.
Li bajêr berfê duh dayê û heta serê sibehê barî.
Bi berfê ra mij ket erdê, mesafeya dîtinê heta 10 mêtreyan kêm bû, şofêran tengasî kişand.
- Tuncelî
Li Tunceliyê çendek berê berf barî û paşê serma çêbû.
Ji ber sir û seqemê kuçe û kolanên hin taxan cemed girt.
Welatiyên peya di rêyan da tengasî kişand.
Dar û berên bajêr jî qiravî girtin û ekîbên şaredariyê kolan xoy kirin.
- Erdexan
Li Erdexanê sir û serma çêbû.
Li navenda bajêr ji ber sermayê di rê û peyarêyan da cemed çêbû.
Li deverên bilind jî xebatên vekirina rêyan dewam dike.