Günay Nuh
23 Nîsan 2025•Rojanekirin: 24 Nîsan 2025
Li Erdexanê malên li zozanan ên deverên bilind ji ber berfa ku di meha biharê da barî hê jî di binê berfê da ne.
Li Zozanê Bulbulanê ku 2 hezar û 581 mêtro bilind e û di navbera Erdexan-Artînê da ye, di meha adar û nîsanê da jî berfeke zêde barî.
Li vê herêma ku bi mêtroyan berf lê heye, mal di binê berfê da mane û tê texmînkirin ku li vê derê bihar ancax di meha hezîranê da dest pê bike.
Berf li vir hêdî hêdî dihele, wisa xuya dike ku ev gund hatiye terkkirin.