Günay Nuh,İlhami Erkılıç,Cüneyt Çelik
30 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2023
Li Erzirom, Erdexan û Qersê tesîra serma û qeşayê heye.
Li Erziroma ku bi şev germahiya hewayê di bin sifire da 9 pile hat pîvandin, ji ber hewaya sar li ser peyarê û hin rêyan qeşa çêbû.
Ji ber hewaya sar paceyên wesayîtan cemed girt.
- Erdexan
Li Erdexanê jî ji ber hewaya sar qeşa çêbû.
Li bajêr rê, peyarê, çem û robaran cemed girt.
- Qers
Li Qersê jî hewaya sar tesîreke neyînî li jiyanê kir.
Ji ber hewaya sar cihên avî cemed girt.
Welatiyan cilik û betani avêtin ser wesayîtên xwe ku ji sermayê biparêzin.
Hin qismên Çemê Qersê jî qeşa girt.