Abdullah Söylemez,Günay Nuh,Hüseyin Yıldız,Cüneyt Çelik
18 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2023
AGRI (AA) - Li Erzirom, Qers, Agirî, Erdexan û Îdirê rêyên 183 cî û waran girtî ne.
Ji ber berfa ku bişev ket û bagera ku rabû, li Erziromê rêya 36 taxan hat girtin.
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin ji bo vekirina rêya taxên gundewar, xebat dan destpêkirin.
Berf û bagerê li Agiriyê rêya 86, li Îdirê rêya 44, li Erdexanê rêya 13, li Qersê rêya 4 gundan girt.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêya gundan dixebitin.