Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci,Aykut Temur,Günay Nuh,Elvan Demir,İlhami Erkılıç
27 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2025
Li Erzirom, Qers, Erdexan û Agiriyê berf barî û hewa sar e.
Li Erziromê berfa ku şev dem demî barî, serê sibê bû sedema hewaya sar.
Li bajarê ku rê û peyarêyan qeşa girt, germahiya hewayê ya herî kêm a bi şev di bin sifirê de 12 pile hat pîvan.
- Qers
Li Qersê şev berf barî, paşê hewa sar bû û mij çêbû.
Li bajêr dar û beran qiravî girt û mija zêde bû sedem ku mesafeya dîtinê kêm bibe.
Li navçeya Sariqamîşê ji ber hewaya sar paceyên mal û kargehan cemidîn û li ser banên xaniyan şembelûk çêbûn.
- Erdexan
Li Erdexana ku termomêtroyan germahiya hewayê ya bi şev di bin sifirê da 10 pile nîşan dan jî dem demî berf barî.
Ji ber hewaya sar û berfê rê û peyarêyan qeşa girt.
Kesên ku hatin Gola Çildirê ya ku rûyê wê cemed girtiye, bi xizangên hespan li ser gola cemidî geriyan.
- Agirî
Li Agiriyê bandora hewaya sar heye û mij çêbû.
Li bajêr bi şev germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da 10 pile hat pîvan û berfeke kêm barî.
Ji ber mija ku çêbû şofêran bi zehmetî wesayîtên xwe ajotin.
Li navçeya Xamurê jî dar û beran qiravî girt.
Hin welatiyan ji bo ku ji sermayê biparêzin wesayîtên xwe bi betanî û brandayan pêçan.