Cüneyt Çelik,Hilmi Tunahan Karakaya,Hüseyin Demirci,Günay Nuh
08 Sibat 2025•Rojanekirin: 10 Sibat 2025
Li Erzirom, Qers û Erdexanê bandora berf û sermayê berdewam e.
Navenda bajarê Erziromê û avahiyên dîrokî bi berfê sipî venixumîn.
Piştî berfa ku sibehê zû dest pê kir, li navenda bajêr Medreseya Cot Minare, Keleha Erziromê, Medreseya Yaqûtiyê, kuçe û kolan bi berfê venixumîn.
Li bajêrê ku bi şev germahiya hewayê bi qasî 6 pileyan lê daket binê sifirê, li serbanan şembelîlk çêbûn.
- Qers
Li Qersê berfa ku duhê şevê din lê kir, sibehê cihê xwe ji serma û seqemê ra hişt.
Li siruşta ku piştî berfê sipî bû, ajelên kovî li xwarinê geriyan.
Li navçeya Sariqamîşê bandora berf û sermayê berdewam e.
Li navçeya ku barîna berfê 3 roj e berdewam e, qalindahiya berfê gihişt 30 santîmetroyî.
Ekîbên Şaredariya Sariqamîşê li kuçe û kolanan xebatên maliştina berfê diajon.
Welatiyan berfa li ser wesayitên xwe, ya li ber deriyê mal û kargehên xwe vemaliştin.
- Erdexan
Li Erdexanê berf û serma didome.
Li cihên bilind ên derdora navendê berf dibare, li navenda bajêr jî ji ber hewaya sar qeşa çêbû.