Sidar Can Eren,Yunus Hocaoğlu
26 Sibat 2026•Rojanekirin: 27 Sibat 2026
Li Erzirom û Tunceliyê ji ber berf û bagerê rêyên 958 cî û waran hatin girtin.
Li Erziromê berfa ku duh êvarê dest pê kir, bi navber barî û bi şev zêde kir, tengasiyê dide kişandin.
Berfê rêya 815 cî û waran girt.
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin ji bo vekirina rêyan dixebitin.
- Tuncelî
Li Tunceliyê jî berf ket û rêya 143 gundan hat girtin.
Berfa ku li bajêr ket, di çûyîn û hatinê da tengasiyê derdixe.
Ji ber berf û bagerê li navenda bajêr rêya 9 gundan, li Çemîşgezekê rêya 7 gundan, li Xozatê rêya 14 gundan, li Mazgîrtê rêya 9 gundan, li Nazimiyeyê rêya 20 gundan, li Ovacixê rêya 37 gundan, li Pertekê rêya 10 gundan û li Pilumurê rêya 37 gundan hat girtin.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyan bi makîneyên kar xebat dan destpêkirin.