Sagip Sezginer
03 Gulan 2025•Rojanekirin: 03 Gulan 2025
Li Erziromê ji 4 kesên di wesayîta ket çem da bûn 3 kes birîndar bûn.
Otomobîla bi plakaya 71 EK 177 ê ku Furkan Kamaci diajot li rêya li texma polîgonê ya Tuzcu Kume Evleriyê ya duyemîn a li navçeya Palandokenê welgeriya çem.
Welatiyan xeber da li ser vê ekîbên tenduristî, îtfaiye û polêsan sewqî cihê qezayê kirin.
Ekîban 4 kesên di wesayîtê da asê man xilaskirin.
Di qezayê da ajokar û Ercan Bozkuş û Kadîr Ozkaş birîndar bûn. Tiştek bi E.Kyê di heman wesayîtê da jî nehat.
Bi ambulansan 3 kesên birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Hat hînbûn ku rewşa tenduristiya van kesan baş e.