Salim Taş
13 Sibat 2025•Rojanekirin: 14 Sibat 2025
Li Hatayê mijê tesîreke neyînî li jiyanê kir.
Li navçeyên navendê Antakya û Defneyê mija ku serê sibehê dest pê kir, tesîra xwe zêde kir.
Ji ber mijê li ser rêbejaya Antakya-Îskenderûnê mesafeya dîtinê daket heta 40 metreyan.
Ekîbên trafîkê yên li ser rêyan tedbîr sitandin, ajokar hişyar kirin ku baldar bin.