Sayim Harmancı,Ulaş Güven
12 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2025
Li Hekariyê berf ket û rêyên 132 cî û waran hatin girtin.
Bişev berfê dayê û navenda bajêr û deverên bilind spîçîl bûn.
Berfê li Hekariyê rê girtin, welatiyan berfa pêşiya xanî û kargehên xwe avêt.
Li gor agahiya ku ji Îdareya Taybet a Bajêr hat hildan, berfê rêyên 132 cî û waran girtin.
Ekîbên berfê hewl didin ku rêyan vekin, ekîbên Rêbej û Şaredariya Hekariyê jî berfa rê û kuçeyan verot.
Li navçeya Yuksekovayê jî berf ket.
Berfê li navçeyê tengasî da kişandin, welatiyan berfa pêşiya xaniyên xwe û berfa ser wesayîtên xwe avêt.