Sayim Harmancı
10 Nîsan 2025•Rojanekirin: 10 Nîsan 2025
Li Hekariyê di bagera gur da 69 çatiyan zirar dît, 3 kes sivik birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya Walîtiyê hat dayîn, li tevahiya bajêr duh êvarê bager rabû û bagerê 69 çatî firandin.
Di bûyeran da 3 kes sivik birîndar bû, Midûriya Herêmê ya Meteorolojiyê ragihand ku rewşa neyênî ya hewayê wê dewam bike.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku rewşa talûkeya bajêr wekî "koda tûtik" hat pênasekirin û wiha hat gotin, "Ji ber vê yekê leza bagerê wê cî bi cî heta 100 kîlometre/saetî zêde bibe, firîn û ketina çatiyan di serî da divê welatî seba rewşên neyênî baldar û bitevdîr bin, heke mecbûrî nebe, dernekevin derva."