Sayim Harmancı,Hikmet Temeş
05 Nîsan 2025•Rojanekirin: 06 Nîsan 2025
Li Hekariyê di meha nîsanê da berf û mij bi bandor e.
Li bajêr barana sibehê cihê xwe ji berfê ra hişt.
Ji ber berfê cihên bilind ên bajêr sipî venixumîn.
Her wiha ji ber mijê mesafeya dîtinê kêm bû, car bi car jî teriz barî û di hatûçûnê da bû sedema dijwariyê.
Rayedaran hişyarî da ajovan û welatiyan ku li hember aşît, hezaz û neyêniyên din ên hewayî baldar bin.