Ulaş Güven,İbrahim Yaldız
25 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2025
Li Gevera (Yuksekova) navçeya Hekariyê mij û serma çêbû û li Mûşê jî li deverên bilind berf barî.
Li Geverê mij ket û ji ber sir û seqemê jî li ser dar û beran qeşa çêbû.
Welatiyan ji ber ku pir sar e wesaîtên xwe bi betanî û tejan nixumandin.
- Mûş
Li Mûşê jî li deverên bilind berf barî.
Li bajêr rêya 6 gundan ji berfê girtî ye. Ekîb ji bo rêyên girtî vekin xebatên xwe didomînin.