Abdullah Söylemez,Anıl Aydın,Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci,Yusuf Ayas,Sidar Can Eren
11 Nîsan 2025•Rojanekirin: 12 Nîsan 2025
Li Herêma Rojhilatê Qers, Erdexan, Agirî, Tuncelî û Erzirom di biharê da dîsa bi berfê çîlsipî bûn.
Li Qersê berf barî û her der ji berfê sipî bû. Dîmenên gundên dîsa bi berfê çîlsipî bûn, bi dronê hatin kişandin.
Li navçeya Sariqamîşê jî du roj e berf dibare. Li nava daristanan dîmenên xweş derketin holê.
- Erdexan
Li Erdexanê berf barî û di pey ra jî serma çêbû.
Li ser dar û beran piştî berfê cemed û qeşa çêbû.
Li navçeya Goleyê piştî berf barî dîmenên derketin holê bi dronê hatin kişandin.
- Agirî
Li Agiriyê berf barî û serê çiyayan bi berfê xemilîn.
Li navçeya Elajgirê Çiyayê Kosedaxê ji berfê çîlsipî bû.
- Tuncelî
Li Tunceliyê li navçeya Pilûmirê piştî baranê berfê lê kir. Kuçe û kolan ji berfê çîlsipî bû.
- Erzirom
Li Erziromê berf barî, li navenda bajêr her der ji ber berfê çîlsipî bû.
Li bajêr berfa ku bi roj lê kir, bi şev zêde kir.
Navenda bajêr û wesaît û dar û ber bi berfê çîlsipî bûn.
Li navçeya Şenkayayê piştî berf barî dîmenên derketin holê bi dronê hatin kişandin.
Ekîban li bajarên navborî dest bi xebatên paqijkirina berfê kirin.