Önder Beyter
10 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2019
Li Karataya navçeya Konyayê maleke kerpîç tep bû û 2 jê zarok 3 kesên ku di bin kavil da man, mirin.
Li gorî agahiyê, li Taxa Akçeşme ya li ser navçeyê mala kerpîç a li Kuçeya Akçeşmeyê destê sibehê ji ber sedemeke ku hê nehatiye tesbîtkirin, tep bû.
Li ser îxbara kesên nêzîk, gelek ekîbên AFAD, îtfaiye, polês û tenduristiyê bo herêmê hatin sewqkirin.
Waliyê Konyayê Cuneyit Orhan Toprak diyar kir ku îro destê sibehê li navçeya Karatayê bûyereke nexweş qewimî.
Toprak bal kişand ku piştî îxbarê, hemû ekîb bo herêmê hatin sewqkirin û wiha got, "Heta niha ji bin kavil 2 jê zarok cesedê 3 kesan hat derxistin. Em pê hesiyan ku di binê kavil da kes nemaye."