Zehra Melek Çat
30 Tîrmeh 2025•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2025
Li Konyayê di saet 06.40î da bi mezinahiya 4,3yan erd hejiya.
Li gor agahiya ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêvebirina Rewşa Afat û Acilê (AFAD), li Ilgina navçeya Konyayê bi mezinahiya 4,3yan erd hejiya.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Konyayê Ugur Îbrahîm Altay li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û wiha got, "Em bi ekîbên xwe ra di nava têkiliyê da ne, rewşeke neyênî tuneye. Xwedê welatê me, miletê me ji her cure afatên siruştî biparêze."