Beşir Şavur
18 Hezîran 2026•Rojanekirin: 18 Hezîran 2026
Li Mêrdînê çînina genim a ku hefteya derbasbûyî dest pê kiribû, dewam dike.
Walî Tuncay Akkoyunê ku li taxa Yayikliyê ya gundewar beşdarî çînina genim bû, ji Wekîlê Midûrê Çandinî û Daristanan ê Bajêr Bedîrhan Bîlen û Serokê Navenda Den û Dexl a Qiziltepeyê Şerîf Oter agahî wergirt.
Mehmet Şîrîn Yîgît, Bakî Yîgît û Nurullah Yîgîtên ku xwediyên zeviyan e bi Walî Akkoyun ra bîçerê siwar bûn û genim çînin.
Akkoyun li vir ji rojnamevanan ra daxuyand bajêr bi zeviyên xwe yên çandiniyê yên bibereket û potansiyela xwe ya hilberînê va yek ji navendên giring ên çandiniyê yên welêt e.
Walî Akkoyun got genimê herî baş ê ji bo maqarneyan ê dinyayê li Deşta Mezopotamyayê tê bidestxistin.
Akkoyun anî ziman reqemên hilberîna dan û dexl, hêza çandiniyê ya bajêr nîşan didin û wiha got: "Bi taybetî bi saya barana îsal, li eraziyên hişk jî serê dekarê 400 kîlogram hilberîn hat bidestxistin. Bi vî awayî bêyî avdanê, berên zêde hatin bidestxistin. Li gorî daneyên hilberîna 2026an, li tevahiya Mêrdînê qada çandiniya ceh wekî 596 hezar û 284 dekar pêk hatiye. Serê dekarê 388.77 kîlogram hilberîn hat bidestxistin û tê payîn ku bi giştî 231 hezar û 817 ton ceh bê hilberandin."
Akkoyun der barê hilberîna genim da jî wiha daxuyand: "Tevahî li ser erdhekî milyonek û 279 hezar û 736 dekarî genim hatiye reşandin. Serê dekarê bidestxistina 554,42 kîlogram hilberînê va em bendê ne ku bi tevahî 709 hezar û 511 ton hilberînê bi dest bixin."