Yeter Erdine
10 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2025
Li Meletiya ku erdheya 6ê sibata 2023yan a navend Kahramanmaraş bandor lê kir konteynerên ku bi teslîmkirina avahiyên mayinde vala man di çarçoveya projeya Midûriya Çandinî û Daristanê ya Bajêr da ji şivanan ra bû xanî.
40 konteynerên ku hatin temîrkirin û teker li binê wan hat xostin û hatin mobîlîzekirin teslîmê malbatên ku ji bo çêrandina pez derdikevin zozanan kirin.
Waliyê Meletiyê Seddar Yavuz di merasima ku li Midûriya Çandinî û Daristanê ya Bajêr hat lidarxistin da axivî û diyar kir ku ji ber ewlehiya erza xurekê bi taybetî divê piştgiriyê bidin çandinî û ajalvaniyê.
Midûrê Çandinî û Daristanê yê Bajêr Osman Akar got ji bo ku şertên civakî yên hilberînerên ku li mera û zozanan şivaniyê dikin baş bikin projeya Xaniyê Şivanan tetbîq kirin û got ku di merhaleya ewil da 40 bi tevahî dê 100 konteyner piştî temîrarê bidin hilberîneran.
Ajalvan Abuzer Meşe jî diyar kir ku li zozanan di bin baran û bayê da êwirîn gelekî zehmet e û da zanîn ku ji ber vê yekê gelekî kêfxweş bûn ku konteyneran guhertun xaniyê şivanan dane wan.