Halil İbrahim Sincar
22 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2023
Li Mêrdînê barana ku barî û mija ku çêbû tesîreke neyînî li ser çûyîn û hatinê kir.
Ji ber barana ku li navenda bajêr barî û her wiha mij û dûmana ku çêbû mesafeya dîtinê kêm bû û di hatin û çûyînê da astengî çêbû.
Li cihên bilind ji ber mijê û dûmanê mesafeya dîtinê dem bi demî heta 10 metroyan daket.
Ekîbên trafîkê hişyarî dan ajokaran ku lembeyên wesayîtên xwe yên mijê vexin.
Li bajêr ji ber mij û dûmanê qezayên trafîkê yên bixisar çêbûn.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat gotin tê payîn ku baraneke zêde wê bibare, ji ber vê hişyarî hat dayîn ku li hemberî lehî, qeşa, serma, berf û bagerê divê welatî baldar û hişyar bin.