Sabri Yıldırım
19 Hezîran 2022•Rojanekirin: 20 Hezîran 2022
Cotkarên Mûşî piştî sezona şilî û şepeyê dest bi dirûna gîhê kir.
Li Deşta Mûşê ji ber ku berf û baran îsal zêde barî, gîha hur bû û xêr û bereketa çandiniyê zêde bû.
Aydin Guneşê ku li gundê Tandoganê cotkariyê dike, ji nûçegihanê AAyê ra got ku wan îsal zûtirî dest bi gîhadirûnê kir.
Guneş daxuyand, di hişkesaliya par da rêncberan tengasî kişand û wiha dewam kir, "Ji ber hişkahiyê me tengasiya debara heywanan kişand. Berf û barana ku îsal barî wê xêr û bereketa çandiniyê zêde bike. Li gor par em li bendê ne ku hilberîn ji sedî 70yî zêde bibe. Em ji bo vê şa dibin. Fikara me ya hişkahiyê nema."
Cotkar Mehmet Zekî Yukselen jî diyar kir, barana îsal gîha zûtirî da dirûn.
Yukselen berf û barana îsal xêr û bereketa gîha zêde kir û wiha dewam kir, "Min par debara heywanên xwe ji Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê anî. Em li benda saleke bi xêr û bereket in. Bi gîha, ket û tîrên ku em didirûn va debara heywanên me peyda dibe."