İbrahim Yaldız
20 Sibat 2025•Rojanekirin: 21 Sibat 2025
Li Mûşê ji ber berfê li tevahiya bajêr dibistan hatin tetîlkirin.
Di daxuyaniya walîtiyê da hat gotin ku li gor nirxandina meteorolojîk a dawîn li bajêr bandora berfê dê sibê jî berdewam bike.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku ji ber berf û cemedê li tevahiya bajêr ji xeynî zanîngehan hemû saziyên fermî û taybet ên perwerdeyê 21ê sibatê roja înê hatin tetîlkirin.
Hat ragihandin ku ducanî û astengdarên ku di saziyên kamuyê da dixebitin û xebatkarên jin ên ku zarokên wê yên diçin pêşdibistanê ê dibistana seretayî hene dê bi îzna îdarî bên hesibandin.