Sabri Yıldırım
19 Mijdar 2025•Rojanekirin: 25 Mijdar 2025
Ji ber ku li Mûşê hewa germ derbas dibe kêfa ajeldarên ku pezên xwe derdixin çêreyê tê.
Li bajarê ku ajeldarî lê zêde ye, ji ber ku germa hewayê li gor demsalê xweş e, ajeldar pezê xwe bi berdewamî derdixin çêreyê.
Îsa Sonmez ku li bajarokê Karaagaçê pêz xwedî dike anî ziman, ji ber ku zivistan her sal dijwar derbas dibe, ew ajelên xwe di hundir da xwedî dikin û got, "Îsal hê berf nebariye ev jî ji bo me avantajek e. Weke hûn dibînin hewa pir xweş e."
Sonmez diyar kir ku zivistan hatiye û got, "Li gelek deveran serma û seqem e, berf dibare. Lê ême em pezên xwe derdixin çêreyê. Ev jî me ji mesrefê xilas dike. Heke hewa wisa derbas bibe, emê hê meheke din pezê xwe derxin derva."