Sidar Can Eren
04 Mijdar 2024•Rojanekirin: 07 Mijdar 2024
Li Tunceliyê li Parqa Neteweyî ya Geliyê Munzurê pezkoviyên nesla wan di bin parastinê da ye, hatin dîtin.
Pezkoviyên ku ji cihên bilind ên çiya berjêrî cihên nizimtir bûn, di nav daristanên li tanga Pireya Venkê ya Geliyê Munzurê xuya kirin.
Pezkoviyên ku qederekê çêriyan, gava ferq kirin tên şopandin, ber bi zinaran hilkişiyan û çûn.
Pezkovî di Lîsteya Sor a Cisnên Nesla Wan li ber Xetereya Qelînê ye ya Yekîtiya Parastina Xwezayê ya Dinyayê da ne.