Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci,Abdullah Söylemez,Günay Nuh
29 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2022
Li Erzirom, Erdexan û Agiriyê ji ber sir û sermayê hin çem û golan qeşa girt.
Li Qersê piştî berfa ku duh barî hewa sar bû.
Çem û golên bajêr qeşa girt.
Hin welatiyan bi zehmetî wesayîtên xwe dan xebatê.
Li Sarîqamişê ji ber sir û seqemê ser dar û beran qiravî çêbû, li banên avahiyan şembelîlk çêbûn.
- Agirî
Li Agiriyê jî hewa sar e.
Ji ber hewaya sar çem û gol qerisîn, paceyên wesayîtan qeşa girt.
- Erdexan
Li Erdexanê jî welatiyên ku xwestin wesayîtên xwe ji sermayê biparêzin betanî, xalîçe û branda avêrin ser wan.
Li bajêr çem jî qerisîn.