Abdullah Söylemez,Fırat Atmaca,Hüseyin Demirci,Günay Nuh
12 Sibat 2025•Rojanekirin: 12 Sibat 2025
Li Qers, Agirî û Erdexanê ji ber sir û sermayê li ser banê avahiyan şembelûkên dirêj çêbûn, çem û robar cemidîn, dar û beran jî qiravî girt.
Li Sariqamîşa navçeya Qersê germahiya hewayê ya bi şev di bin sifirê da 20 pile hat pîvandin.
Ji ber sir û sermayê li ser banê avahiyan şembelûkên dirêj çêbûn, dar û beran jî qiravî girt.
Serê sibê ji ber mijê mesafeya dîtinê heta 30 mêtroyan kêm bû.
Esnafan xwarin dan çivîkên birçî.
- Agirî
Li Agiriyê jî hewaya sar dewam dike.
Li bajêr germahiya hewayê ya bi şev di bin sifirê da 18 pile hat pîvandin, çem û robar cemidîn, paceyên wesayîtan jî qeşa girt.
- Erdexan
Li Erdexana ku hewa sar e, germahiya hewayê ya bi şev di bin sifirê da 27,6 pile hat pîvandin.
Li navenda bajêr rê û peyarêyan, paceyên avahî, kargeh û wesayîtan qeşa girt.
Li gor daneyên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, li Tirkiyeyê germahiya hewayê ya bi şev ya herî kêm di bin sifirê da 31 pile li navçeya Goleyê hat pîvandin.