Cüneyt Çelik,İdris Karaoğul,Günay Nuh
25 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2025
Li Qers û Erdexanê berf barî.
Li Qersê navenda bajêr ji berfê sipî kir. Li ser avahiyên dîrokî ji ber berfê dîmenên xweş derketin holê.
Li navçeya Akyakayê jî berf barî. Hespên serberedayî yên li çolê di nava berfê da li çêreyê geriyan.
Ji ber serma û seqemê li derdora Gola Çildirê cemed çêbû.

- Erdexan
Li Erdexanê berf barî û her der bi berfê sipî bû.
Her çiqas sir û serma hebe jî kesên hatin Gola Çildirê ya qeşagirtî li xizangên hespê siwar bû û li ser golê derketin gerê.
